HSD`ê êrişî çend binkeyên Tirkiyê kir
Sibat 02, 2025 16:46 Asia/Tehran
Di encama bombebaraneka Tirkiyê de 10 kes li Kobaniyê birîndar bûn û ji aliyê din ve jî HSD`ê êrişî binkeyên Tirkiyê kir.
Îro Yekşemiyê hêzên HSD`ê ragihandin, wek bersiva li hember cinayetên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve dijî hevwelatiyên li bakûr rojhilata Sûriyê, binke û pêgehên artêşa Tirkiyê li dorhêla pira Qereqozaqê û bakûrê bendava Tişrînê û rîfa Tiltemerê kirin hedef.
Wî herwiha ragihand ku wê paşê dîmen û vîdêoyên êrişan belav bikin. Ev êrişa wek bersiva li hember bombebarana duh şevê ya balafirên cengê yên Tirkiyê ser malekê li gundê Eşmeyê cih hatiye ku di encamê da 10 kes birîndar bûn ku para zêde ya wan zarok in.