Derbasgeha Refahê piştî 8 mehan dîsa vedibe
Sibat 01, 2025 18:44 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî derbarê vekirina yekalî ya dergehê Refehê ber bi Misrê piştî heşt mehan girtîbûnê agahî dan.
Dergehê Refehê jibo veguhestina birîndar û nexweşan bo dervey welêt jibo dermankirinê hat vekirin.
50 birîndar û nexweş ji bo dermankirinê bi rêya dergeha Refehê bo Misirê hatin veguhestin.
Li gor rapora medyaya Filistînê, ev yekemîn karwana derketî ji Zîvala Xezzeyê bû û karwanên din jî dê bi rêya dergeha Refehê ji vê zîvalê derkevin.
Dergeha Refehê li gorî lihevkirinê piştî qonaxa çarem a pevguhertina girtiyan di navbera berxwedana Filistînê li Zîvala Xezzeyê û Rêjîma Siyonîst hat vekirin.
Dergeha Refehê di 7ê Gulana 2024an piştî serdestiya artêşa Îsraîlê ser wê hatibû girtin.