Şehadeta rayedarên Hamasê nayê wateya dawîbûna berxwedanê
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bal kişand ser vê yekê ku hewldanên serokwezîrê Rejîma Siyonîst ji bo istandina bertîlê ji berxwedanê bi dawî bûye û destnîşan kir: Şehadeta rayedarên mezin ên Hemasê nayê wateya dawîbûna berxwedanê.
Ebû Ubeyde ragihand ku Mihemed Zêyf fermandê giştî yê van tabûran di şerê Xezzeyê de hevrê ligel hejmarek ji fermandên din ên van tabûran şehîd bûn.Mihemed El-Hindî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî gotiye: Têkoşerên Hemasê heta roja dawiyê şer kirin, piştî şehadeta fermandên xwe yên li Xezzeyê jî şer kirinAlîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê her wiha got:Berxwedanê, Rejîma Siyonîst neçar kir ku muzakiyê bike û dîmenên serbestberdana girtiyan ji bo serokwezîrê Rejîam Siyonîst, Binyamîn Netanyahu işkestek e.