Sibat 02, 2025 13:35 Asia/Tehran
  • Koreya Bakûr pêhişyarî da Amerîkayê

Koreya Bakûr piştî desthilatdariya hikûmeta nû ya li Amerîkayê li bara dewama alîkariyên leşkerî yên Waşîngtonê li Koreya Başûr pêhişyarî da.

Piyûng Yang Amerîkayê bi zêdekirina şandina alîkariyên bi çekan bo hevgirtiyên xwe bi armanca misogerkirina mewqiya xwe ya ji bo bandora li navçê tawanbar kir û got ku alîkariyên bi çekan ên bi vî awayî ji bo rizgarkirina Koreya Başûr ji kêmbûna çekên stratêjîk, têrê nakin.Koreya Bakûr ev pêhişyarî piştî wê raber kir ku Ajansa Hevkariya Ewlehiya Berevaniyê ya Amerîkayê vê dawiyê pêşniyara firotina çekên nû li Koreya Başûr raber kiriye; Çekên ku xwefirên BQM- 177A û mûşekên kirûz ên dijî gemiyan a GQM- 163 digire ber xwe. 

Serepeyv