Hejmara şehîdên li Xezzê gihîştiye 47 hezar û 460 kesî
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku di encama êrişa artêşa REjîma Siyonîst bi xwefiran ser bajarokê Temûnê li bakurê Rexê Rojava, 10 ciwanên filistînî şehîd bûne.
Di encama êrişa Artêşa Rejîma Siyonîst bi xweiran ser bajarokê Temûn a girêdayî bajarê Tûbasê li bakurê Rexê Rojava, 10 ciwanên filistînî şehîd bûn.
Çavkaniyên herêmî her wiha ragihandin ku hêzên artêşa dagirker a siyonîst vê sibê mala şehîd Cemal Ebû Heniye ya li bajarê Qelqîliyê li Rexê Rojava çemê Urdinê teqandin.
Li gorî raporeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de termên 43 şehîdên din bo nexweşxaneyên vê zîvalê hatine veguhestin.
Bi vî awayî hejmara şehîdên şerê li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha gihîştiye 47 hezar û 460 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 111 hezar û 580 kesan. Li zîvala Xezzeyê jî bi hezaran kes windayî ne û di bin kavilan de mane.