bûdceya 2025`an a Iraqê hat pejirandin
Sibat 02, 2025 16:20 Asia/Tehran
Parlimana Iraqê bi para zêde ya dengan, çaksaziya qanûna bûdceya giştî ya fêdêral û xala 12`an a taybet bi şandina nifta Herêma Kurdistana Iraqê pejirand.
Doktor Piryar Reşîd, parlimanterê Kurd li Bexdayê got: Me nika deng da çaksaziya yekem a qanûna bûdceya giştî ya Iraqê û got: Anegorî vê qanûnê wê hinardekirna nifta Herêmê bi rêya Somoyê destpê bike. Wî ev yeka jî aşkera kir ku bihaya derxistin û tiranzîta her bermîlekê, 16 Dolar bû 60 rojan hatiye diyarkirin.
Doktor Piryar amajeyî vê yekî jî kir ku aliyê rawêjkar ê navnetewî ê taybet di mideha 60 rojan da wê bihaya derhênan û veguhestina bermîleka niftê di her meydaneka niftê da bi awayeka cida diyar bike.