Ewropa hema wisa nearam e; nerazîtî gihîştin Beljîk û Îtalyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361446-ewropa_hema_wisa_nearam_e_nerazîtî_gihîştin_beljîk_û_Îtalyayê
Pêla nerazîtîyên civakî li Ewropayê hema wisa berdewam e û vê carê Beljîk û Îtalya jî şahidê kombûnên nerazîtîyê yên xwendekar û ciwanan in;
(last modified 2026-11-15T10:15:31+00:00 )
Tesrîn 15, 2026 09:43 Asia/Tehran

Pêla nerazîtîyên civakî li Ewropayê hema wisa berdewam e û vê carê Beljîk û Îtalya jî şahidê kombûnên nerazîtîyê yên xwendekar û ciwanan in;

 

Mêhwera sereke ya nerazîtîyên ku vê carê li Beljîk û Îtalya hatin lidarxistin, zêdebûna têçûyên jîyanê, pirsgirêkên aborî, kêmbûna piştgirîyên perwerdeyê û nîgeranîya ji pêşeroja şixulîn û debarê ye. Xwendekarên Zanîngeha Brûksêlê li Beljîkê, di nerazîtîya hemberî zêdebûna pereyê heyvane yê zanîngehan û kêmbûna bûceya perwerdeyê kom bûn. Nerazîyan tevî rexnekirina zêdebûna derdora sedî 43 a pereyê salane yê zanîngehan ragihandin ku têçûya xwendinê ji 835 euroyan bo hezar û 194 euroyan berfirehtir bûye; zêdebûna ku zêdetirî nîvê xwendekarên navendên perwerdeya bilind xistine bin bandorê. Xwendekaran herwiha nerazîtîya hemberî kêmbûna têçûyên perwerdeyê û terxankirina bûceyên mezin bo beşa leşkerî kirin û daxwaza destragihîştina gelemperî bo perwerdeya azad û bi kalîte kirin. Hevdem li Îtalyayê jî xwendekar û ciwanan bi lidarxistina kombûn û konên nerazîtîyê li Zanîngeha Sapînzaya Romayê, qeyrana xaniyan, zêdebûna têçûyên jîyanê û bêewlehîtiya şixulînê rexne kirin. Ciwanên îtalî nîgeran in ku bi berdewambûna kêmbûna destmizan, enflasyon û zêdebûna serhejîn a kirêya malan, îmkana bidestxistina mala guncav û pêşerojeke aram ji dest bidin. Ev nerazîtî di halekî da berdewam in ku di hefteyên vê dawîyê da, Fransa û Spanya jî şahidê nerazîtîyên wiha yên ciwanan bûne. Zêdebûna zextên aborî û kêmbûna asoyên şixulîn û refahê, nerazîtîya nivşa ciwan veguherandîye yek ji pirsgirêkên cidî yên hikûmetên ewropayî.