Fermandeyê Sipaha Mihemmedd Resûlilla (S) bertek nîşanî plana "Dergeha hesinî" ya Trump da
Tesrîn 14, 2026 19:34 Asia/Tehran
Li pey hilêxistina îdiaya avakirina mertaleke berevanîyê ya bi navê "Dergeha hesinî" ji aliyê Trump va, fermandeyê Sipaha Mihemmedd Resûlilla (S) ya Tehrana mezin qala amadetiya berevanîyê û rêbazên nûjen ên sekinîna hemberî gefên dijmin kir.
Serdar Hesen Hesenzede tekez kir ku Amerîka û Rejîma Siyonîst tevî xwedîbûna alavên pêşketî, di pêkanîna armancên xwe yên leşkerî da bi ser neketine. Serdar Hesenzede got, Komara Îslamî ya Îranê li rex şiyanên berevanîyê yên heyî, rêbazên nû bo sekinîna hemberî gefan hene ku di dema guncav da dê werin nimandin. Fermandeyê Sipaha Tehranê hişyarî da ku her şaşitîya nû ya dijmin bi surpriz û bersiveke vebirr ra rûbirû dibe.