Xwefirreke cûreya MQ1’ê li esmanê Girava Qişmê hat rûxandin
Sipaha Pasdaran qala şopandin û rûxandina xwefirreke cûreya MQ1’ê li esmanê Girava Qişmê kir.
Navenda Ragihandinê ya Sipahê ragihand: Hevdehemîn xwefirra cûreya MQ1’ê ya Amerîkayê bi agirê pergala nûjen a bergiriya ezmanî ya pêşketî ya Hewafezaya Sipahê li esmanê Girava Qişmê hat şopandin û rûxandin. Bi berçavgirtina vê xwefirrê, amara xwefirrên cûreya MQ1’ê yên Amerîkayê yên jordaxistî bi agirê pergala nûjen a bergiriya ezmanî ya pêşketî ya Hewafezaya Sipahê ji destpêka bidawîhatina Şerrê Sepandî yê Sêyem heta niha gihîştîye hevdeh heban; herwiha 56 xwefirrên MQ1’ê jî di vê heyamê da hatine rûxandin. Hêza Deryayî ya Artêşê jî ragihand ku tankereke din a binpêker, li navçeya qedexe ya rojhilatê Tengava Hormizê, ji ber lêketina bi mîna deryayî ra rastî şewatê hat. Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Artêşê tevî tekezîya li ser vê yekê ku rojhilatê Tengava Hormizê bi awayekî tam di bin kontrol û çavdêrîya Hêza Deryayî ya Artêşê da ye got: Şewat û teqîn, serpêhatîya keştiyên binpêker e ku sîstemên xwe yên şopandinê vemirandine û li navçeyên qedexe da hatûçû dikin.