Bereya kirêgirtiyên siûdî li başûrê Yemenê hilweşiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i361432-bereya_kirêgirtiyên_siûdî_li_başûrê_yemenê_hilweşiya
Di dewama pêşveçûna hêzên çekdar ên Yemenê li bereya başûrê vî welatî da, kirêgirtiyên siûdî di halê paşvekişînê ji perava Kendava Edenê da ne.
(last modified 2026-11-14T16:05:37+00:00 )
Tesrîn 14, 2026 18:35 Asia/Tehran
  • Bereya kirêgirtiyên siûdî li başûrê Yemenê hilweşiya

Di dewama pêşveçûna hêzên çekdar ên Yemenê li bereya başûrê vî welatî da, kirêgirtiyên siûdî di halê paşvekişînê ji perava Kendava Edenê da ne.

 

Hêzên çekdar ên Yemenê bi armancgirtina mewqiyên hêzên girêdayî bi Erebistanê li navçeya "Rees ul-’Are"yê, li ser beşên berfireh ên vê navçeyê serdest bûn. Bi birîndarbûna fermandeyê tabûra çarem a hêzên girêdayî bi Erebistanê li Teizê û revîna wî bo Rîyazê, di navbera kirêgirtiyên siûdî da li bereya başûrê Yemenê qelaş û hilweşîneke berfireh çêbûye. Çavkanîyên yemenî jî ragihandin ku balafirrên şêrr ên siûdî di du doran da çend navçeyên ne-leşkerî li parêzgeha Se’deyê bombebaran kirin. Evdilmelik El-Ecerî, endamê Tevgera Ensarullaha Yemenê jî derbarê berdewambûna dorpêça Yemenê ji aliyê Erebistanê va hişyarî da û got: Birsîhiştina komkî ya gelê Yemenê bi hevkarîya aşkira ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêk tê.