Sibat 10, 2023 18:59 Asia/Tehran
  •  Asta qezanckirina şîrketa Toyotayê kêm bû

Şîrketa çêkirina erebeyan a Toyotaya Japonyayê ragihand, asta qezanckirina wê ya sê mehên sêyem ên sala 2022’an sedî 8 kêm bûye.

Şîrketa çêkirina erebeyan a Toyotaya Japonyayê ragihand, asta qezanckirina wê ya sê mehên sêyem ên sala 2022’an, sedî 8 zêdetirî 5.2 milyar dolar kêm bûye.

 Lê şîrketa Toyotayê planên xwe bo sala 2023’an neguhertine. Ji ber daketina buhaya Yênê, buhaya madên sereke jorde çûye.

 Toyota di sala 2022’an asta herî zêde ya firotina erebeyan hebû û şîrketa “Volkswagen” a Almanyayê di pileya diduyan de bû. Pêşeya erebeçêkirinê ya cîhanê rastî kêmasiya semîkonduktoran  hatiye.

 

 

Serepeyv