Çile 22, 2022 14:53 Asia/Tehran
  • Ji ber erdheja 6.6 rîşterî li Japonê 13 kes birîndar bûn

Ji ber erdhejeke bi hêza 6.6 rîşterî li başûrê rojavayê Japonê, herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê medyayên japonî, ev erdhej li peravên Kiyoşûyê û di kûrahiya 45 kîlomitirya erdê da qewimiye.

Tevî vê yekê, li pey qewimîna erdhejê, Ajansa Hewanasiya Japonê (JMA) hişyariya qewimîna sonamiyê nedaye.

Her wiha li gorî rapora rayedarên xwecihî, herî kêm 13 kes ji ber vê erdhejê birîndar bûne.

 

Serepeyv