Li cîhanê hejmara nexweşên Koronayê ji 290 mîlyon kesî derbas bû
Vîrûsa Koronayê ku ji Mijdara 2019’an vir ve li cîhanê belav bûye, tevî vaksînasiyonê jî li seranserê cîhanê bûye sedem jimara nexweşan ji 290 mîlyon kesan derbas bibe.
Li gorî malpera "worldometers.info" li cîhanê hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketine gihîşt 290 milyon û 674 hezar û 879 kesan û ji wan 5 milyon û 461 û 798 kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê raporê, di 24 saetên dawî de li Amerîkayê 185 hezar û 122 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û bi vê yekê hejmara tûşbûyên vîrusa korona li Amerîkayê ji 56 milyon û 142 hezarî zêdetir bûye.
Di vê navberê de, di 24 saetên dawî de li Amerîkayê, 162 kes ji ber nexweşiya koronayê mirin, ku jimara miriyên bi Covid-19 li vî welatî ji 847 hezar û 400 kesî derbas bûye.
Li gorî daneyên "worldometers.info", li Brîtanyayê jî di 24 saetên dawî de 137 hezar û 583 babetên nû yên ketina bi Covid-19 hatine tomarkirin.
Jimara kesên ku niha li Brîtanyayê tûşî vîrusa koronayê bûye gihêştiye 13 milyon û 235 hezar kes, ku ev jimara herî zêde ya ketina bi Koronayê li Ewropayê ye; ji wan zêdetirî 148,000 kes jî ji ber vê vîrusê li vî welatî jiyana xwe ji dest dane.
Di van rojên dawî de belavbûna vîrusa koronayê li welatên ewropî, bi taybetî li ewropa rojava, ew qas dijwar bûye ku Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Amerîkî (CDC) 12 welatên Ewropî di serê lîsteya hişyariyê de danîne û sefera bo van welatan ji babeta ketina bi Koronayê xeternak daye nasandin.