Tebax 17, 2021 00:23 Asia/Tehran
  • Li Japonyayê ji ber barîna tund a baranê 3 kes mirin

Li herêmên rojava û başûrê Japonyayê ji ber barîna tund a baranên 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji ber metirsî berdewam jî dike bangewazî hate kirin ku cîhên di bin metirsiyê de ku nêzîkî 2 milyon kes lê hene bên vala kirin.

Li Japonyayê bakurofeyên demsalê berdewam dike û li gel xwe baranên tund li gelek eyaleta tîne û jiyanê xirab bandor dike.

Li gor rayedarên herêmî ji ajansa Kyodo re ragehandine, li herêma Okaya ya ser bi eyaleta Nagano baranên tund bûne sedem jinek û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest bidin.

Hat ragehandin li herêma Otaka ji ber rê daketiye 14 kes asê mane.

Li gor seqanasiya Japonyayê (JMA) li eyaletên Fukuoka, Saga, Hîroşîma û Nagazakî metirsiya barîna baranên tund berdewam dike.

Serepeyv