Êrişa ser nexweşxaneyekî li Sûdanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353111-Êrişa_ser_nexweşxaneyekî_li_sûdanê
Serêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê dibêje ku di encama êrişa ser nexweşxaneyekî li Sûdanê de nêzî 70 kes hatine kuştin.
(last modified 2025-01-26T11:22:40+00:00 )
Çile 26, 2025 15:09 Asia/Tehran
  • Êrişa ser nexweşxaneyekî li Sûdanê

Serêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê dibêje ku di encama êrişa ser nexweşxaneyekî li Sûdanê de nêzî 70 kes hatine kuştin.

Têdros Adhanom, sebekarê vê êrişê diyar nekiriye lê rayedarên xwecihî Hêzên Piştevaniya Lezgîn yan RSF`ê berpirsên  van êrişan dane zanîn. RSFê hîna berpirsyariya vê êrişê nedaye ûstiyê xwe lê di van rojên buhurî de gef xweribû ku wê êrişî bajarê Faşerrayê bike. 

Şerrê li Sûdanê di navbera artêşa vî welatî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li ser pêkanîna konseya veguhestinê û lidarxistina hilbijartina azad, Nîsana buhurî pêk hat. NY dibêje nêzî 25 mîlyon kes yanî nîvê nifûsa Sûdanê, hewcetiya wan li alîkariyan heye û xela gefê li jiyana wan dixwe û nêzî 8 mîlyon kes jî ji malên xwe revîne.