Dilnigeraniya UNICEFê ji operasyona Rejîma Siyonîst li Refehê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i346477-dilnigeraniya_unicefê_ji_operasyona_rejîma_siyonîst_li_refehê
Sindûqa Alîkariya bo Zarokan a NY (UNICEF) li daxûyaniyekê nîgeraniya xwe derbarê hitmala operasyona bejayî ya Rejîma Siyonîst li Refehê li başûrê Xezeyê nîşan da.
(last modified 2024-02-10T01:56:27+00:00 )
Sibat 10, 2024 05:25 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya UNICEFê ji operasyona Rejîma Siyonîst li Refehê

Sindûqa Alîkariya bo Zarokan a NY (UNICEF) li daxûyaniyekê nîgeraniya xwe derbarê hitmala operasyona bejayî ya Rejîma Siyonîst li Refehê li başûrê Xezeyê nîşan da.

UNICEFê bang ji aliyên têkildar kiriye ku demildest  dev ji şîdeta leşkerî li parêzgeha Refehê ya Xezayê  berdin cihê ku zêdetirî 600 hezar  zarok û malbatên wan aware bûne.

UNICEF herwiha got: Her ku şerê li Refahê zêde dibe, renge bi hezaran kesên din ji ber tundûtûjiyê yan nebûna xizmetguzariyên bingehîn û astengkirina alîkariyên mirovî canê xwe ji dest bidin. 

Pêwîstiya me bi nexweşxane, stargeh, bazar û pergalên avê yên mayî yên Xezeyê heye ku xebata xwe berdewam bikin .

Rojnameya siyonîstî ya  Yediot Aharonotê ragihand ku artêşa  Rejîam Siyonîst berfirehkirina operasiyonên leşkerî ser bajarê Refehê piştrsat kiriye.

 Antonto Gotêrêş,Sekreterê Giştî yê NY   jî pêştir bal kişand  ser vê yekê ku diyar kir ku rewşa Xezeyê her ku diçe xirabtir dibe, careke din bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a agirbesê û got: Refeh li ber metirsiyeke cidî de ye.