Rawêjkarê Pûtîn: Zivistaneka dijwar li benda Ewropayê ye
Îlon 26, 2026 18:14 Asia/Tehran
Rawêjkarê Serokomarê Ûrsêtê hişyarî da: YEyê dê zivistana herî dijwar a ji sala 2020î va bibîne.
Kirîl Dîmîtrîyêv got: Biryara welatên Ewrûpî ji bo kêmkirina hewcedarîya bi enerjîya Ûrsêtê dikare bibe sedema girankirina pirsgirêkên vê parzemînê di warê enerjîyê da.
Dan Yorginsin Komîserê Enerjî u Avahîyan ê YEyê jî ragihand ku diqewime ev yekitîya bi zivistana herî dijwar a ji sala 2022yê va rûbirû bibe; rewşa ku encama bihabûna bêmînak a enerjîyê û pirsgirêkên ihtimalî yên Amerîkayê di warê dabînkirina wê da ye.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî berî vîya li gorî datayên Komsyona Ewropayê ragihandibû ku bihaya lêtreke mazot li Ewropayê rabûye 2.23 Euroyî ku bêmînak e.