Li Ingilîsê hefteyê 550 nexweş dimirin
Komeke lêkolran li Ingilîsê hişyarîyê dide ku ji ber qerebalixîya nexweşan li beşên ûrjansê yên nexweşxaneyên hikûmetê u dermankirina nexweşan têkilîya xwe bi jordaçûna hejmara miriyan rah eye.
Komeke lêkoleran piştî hilkolandina datayên zêde ji 19 hezar nexweşan, pê derxsitin ku bi zêdebûna her sedî 10 ya dagirtina ûrjansê, xetera mirina nexweşan di 28 rojan da, sedî yek jorda diçe. Kêmbûna textên razandinê u perestaran dibe sebeb ku nexweş bi saetan li rêbuhurkan u cîyên demkî çaverê bimînin û bi vî awayî lêşarbûna guncav dijwartir dibe. Amarên fermî nîşan didin ku di meha Tîrmehê da, rojê zêde ji 3 hezar nexweş li Ingilîsê li rêbuhurkan an jî cîyên demkî hatine dermankirin. Pizişk u perestaran ji hikûmetê xwestine ku ji bo kêmkirina qerebalixîyê u girtina rê li ber zîyandîtina zêdetir a nexweşan u personelên nexweşxaneyan pêngavên demlidest rake. Zêdetir