Cotmeh 30, 2022 14:22 Asia/Tehran
  •  Rawestandina rêkevtina hinartina genim ji Ukraynayê û bertekên welatên rojavayê ser vê yekê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan rêkevtina derbarê hinardekirina genim ji Ukraynayê de ragirtin. Ev biryara Rûsyayê bû sedema bertekên bi nîgeran ên hin rayedarên ewropî û amerîkî.

Rûsyayê beşdarbûna xwe ji rêkevtina hinartina genim a ku bi navbeynkariya Netewên Yekgirtî û Tirkiyê hatibû îmzekirin rawestand.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de tê îdiakirin ku “Ukraynayê bi beşdariya pisporên Brîtanî, li dijî keştiyên fîloya Behra Reş û keştiyên sivîl ên ku ewlekariya korîdora genim diparastin çalakiyeke terorîstî pêk anîn."

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandibû ku Ukraynayê li bajarê Sivastopolê yê girêdayî Kirimê êrîşek li dijî keştiyên şer û keştiyên sivîl ên Rûsyayê pêk aniye.

Keştiyên Hêzên Deryayî yên Behra Reş ên ku tevlî pêvajoya ewlekariya korîdora ku di çarçoveya peymana genim da hatiye çêkirin, di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew rastî êrişê hatine.

Di vê daxuyaniyê de hat gotin ku ku di êrîşê de dron hatine bikaranîn û hemû jî hatine jinavbirin.

Piştî vê yekê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan rêkevtina derbarê hinardekirina genim ji Ukraynayê de ragirtin.

“Joe Biden” serokkomarê Amerîkayê di berteka vê pirsê de ragihand: Rawestandina peymana hinartina genim ji aliyê Rûsiyê ve, zalimane û tund e.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî "Adrienne Watson" îdia kir: "Rûsya hewl dide şerê ku bi xwe dest pê kiriye wekî hincetekê bikar bîne da ku xwarinê bike çek, ku rasterast bandorê li gelên hewcedar û bihaya cîhanî ya xwarinê kiriye."

Komîsyona Ewropî jî bi awayekî nezelal daxwaz kir ku her kes xwe ji her kiryarek ku peymana genim xera dike, dûr bixe.

Yekîtiya Ewropayê jî di daxuyaniyekê de ragihand: "Ev rêkeftin tedbîreke mirovî ya jiyanî ye û divê hemû alî xwe ji her kiryareke yekalî ya ku vê rêkeftinê têxe metirsiyê dûr bixin."

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê jî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê, îdiayên Rûsyayê red kir.

Di daxuyaniya Wezareta Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê tê gotin ku  “Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê serî li îdiayên derewîn  dide da ku ji karesata wan a dagirkeriya neqanûnî ya Ukraynayê dûr bixe.

"James Cleverley" wezîrê karên derve yê Birîtanyayê jî îro ji Rûsiyê xwest ku bi kêmanî alîkariyê bike ji bo şandina dexl û xwarinê ji benderên Ukraynayê ji bo welatên xizan û kesên ku li hin deverên cîhanê li ber kêmxwariniyê û krîza birçîbûnê ne.

Rêkevtina hinardekirina genimê Ukraynayê, di 22ê Tîrmeha 2022yan de bi çavdêriya Netewên Yekbgirtî û Tirkiyê, di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Serepeyv