PKK dê li kû, kengî û çawa çekan deyne?
Tîrmeh 05, 2025 18:40 Asia/Tehran
Çaverê ye ku PKK di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de yekemîn merasîma xwe ya danîna çekan di Tîrmehê de li herêma Silêmaniyê li dar bixe.
Li gorî zanyariyên nû, merasîma yekem a çekdanîna PKkê dê di navbera 10-12ê Tîrmehê de were lidarxistin, Koma PKKyê dê çekên xwe radestî ti aliyî neke. Li şûna wê, tê gotin ku çek dê di merasîmê de bên îmhakirin, bi binaxkirin an jî şewitandinê.
Hat zanîn ku koma PKKê ku çekan datîne dê dîsa vegere cihê ku jê hatiye.
Hat ragehandin di nav koma yekem a ku çekan datîne de fermandarekî payebilind ê PKKyê jî dê cih bigire.