Daristanên Tirkiyê di êgir de; Bi sedan hiktar daristan ji nav çûn
Ji ber germaya giran li parêzgehên Îzmîr, Manîsa, Hatay û Isparta ya Tirkiyê di van rojên buhurî de bi sedan şewat derketine.
Di encama germayê û bayên guj li Tirkiyê di van rojên derbasbûyî de zêde ji 342 şewat li nvaçeyên curbicur ên vî welatî de hatine qeydkirin. Nika 6 agirpêketinên berfireh li parêzgehên Îzmîr, Manîsa, Isparta û Hatayê hîna didomin û operasiyona wemirandina êgir bi rêya erd û esmîn ve berdewam e.
Di parêzgeha Îzmîrê de, şewatên ku ji 29`ê Hezîranê ve li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê destpê bûne, hîna didomin. Ji ber gurrbûna êgir û belavbûna wê bi bayê, heta nika herîkêm pênc gund û du tax ji wan Ataturk û Cimhûriyet bi awayekî awarte hatine valakirin. Li navçeya Bûkayê jî agirek din derketiye û kontrolkirina wê bi şandina balafir, hêlîkopter û alavên giran didome. Heta nika 21 kes ji ber dûkelê bi jehrê ketine ku derveyî nexweşxanê hatine dermankirin.
Li manîsayê jî agirpêketina li daristanan ji 28`ê Hezîranê ve li taxa Aq Hisarê destpê bûye û paşê pekiyaye bajarên Ehmedli û Kolayê jî. Hejmareka zaf a gundên vî navçeyî hatine valakirin û zêde ji 700 kes bi piştevaniya sê balafir, heft hêlîkopter û bi dehan alavên endazyariyê mijûlî kontrolkirin û wemirandina agiri ne.
Li parêzgeha Hatayê agirpêketina ku ji taxa Karaili ya li Entakiyê destpê kir, di encama bayê pekiya du taxên din jî.
Li Ispartayê jî hin taxên bajarê Sûtçûlerê ketine ber êgir.
Wezîrê cotkariya Tirkiyê di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji Îniya buhurî ve heta nika 342 şewat li navçeyên curbicur ên vî welatî hatine ragihandin ku 6 şewat hîna jî berdewam in.