Pêskov: Muzakire di serê karan de ye, lê operasyona leşkerî berdewam dike
Tîrmeh 04, 2025 14:05 Asia/Tehran
Berdevkê Kirêmlînê behsa ne gengaziya bidestxistina çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Ukraynê kir û tekez kir: Rûsye dê operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet bidomîne û di heman demê de li benda destnîşankirina demekê ji bo gera sêyemîn a muzakireyên bi Ukraynê re ye.
Dîmîtrî Peskov ragihand ku şert û mercên ji bo çareseriyeke siyasî û dîplomatîk a qeyrana Ukraynê hîn pêk nehatine û ji ber vê sedemê, Rûsye operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet didomîne. Pêskov destnîşan kir: Em dixwazin di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya taybet de bigihîjin armancên xwe û em tercîh dikin ku ev armanc bi rêbazên siyasî û dîplomatîk werin bidestxistin, lê heta niha ev ne pêkan bûye, ji ber vê yekê operasyon berdewam dike.