Tîrmeh 05, 2025 13:14 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana amerîkiyan dijî Trump di Roja Serxwebûnê de

Bi hezaran amerîkî dewsa lidarxistina şahiya ji bo Roja Serxwebûnê ya vî welatî, bi lidarxistina xwenîşandana dijî Trump li kolanên Waşîngtonê, faşîsma ber bi zêdebûnê ya li Amerîkayê şermezar kirin.

Bi hezaran amerîkî biryar dan şahî û kombûna ji ber Roja Serxwebûna vî welatî di 4`ê Tîrmehê de li dar nexin û dewsa wê daketin kolanên Waşîngton Dîsiyê ta ku dijayetiya xwe bi  faşîsma ber bi zêdebûnê ya li Amerîkayê rabigihînin. Hinek beşdarên vê rêpîvanê çefiye û alaya Filistînê rakiribûn û hin pilakard rakiribûn ku li ser wan nivîsîbûn: Na bo faşîsmê û Divê Trump hema nika here.

Ev nerazîbûn pişkek ji kempêyneka netewî ya bi dirûşma Amerîkaya Azad bû ku ji aliyê yekîtiyên siyasî û civakî bi taybet Rêpîvana jinan, Tevgera 50501 û Rêxistina Çepgir a Dijî Faşîsmê destpê kir.

Serepeyv