Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss dest ji kar berda
Cotmeh 20, 2022 20:51 Asia/Tehran
Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss dest ji kar berda, lê heta hilbijartin û destbikarbûna serokwezîrê nû, Truss dê li ser karê xwe berdewam be.
Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss di daxuyaniyekê de li derveyî 10 Downing Street ragihand, “Ez dizanim ku ji ber vê rewşê, ez nikarim peywira ku ez ji hêla Partiya Muhafezekar ve hatim hilbijartin, pêk bînim.”
Truss got, “Ji ber vê yekê ez bi Şah re peyivîm da ku wî agahdar bikim ku ez ji serokatiya Partiya Muhafezekar îstifa dikim.”