Rêberê Şoreşa Islamî: Di şerê danzderojî da, plana bîstsalî ya dijmin têk çû
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Di şerê danzderojî da, bê guman gelê Îranê him Amerîka têk bir him jî sîyonîst. Amerîka û Rejîma Sîyonîst hatin û şerûtî kirin, kotek xwarin u destvala zivirîn.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedigiran ê Şoreşa Islamî di axavtineke bi rêya televîzyonê da got: Di şerê danzderojî da, bê guman gelê Îranê him Amerîka têk bir him jî sîyonîst. Amerîka û Rejîma Sîyonîst hatin û şerûtî kirin, kotek xwarin u destvala zivirîn u negihîştin ti armanceke xwe ku ev yeka, têkçûna rastî ji wan re bû. Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî amajeyî dûhatên destwerdanên Amerîkayê kir u got: Amerîkayê destê xwe li her dera ku werdaye, encam an şerûtî bûye, yan jînosayd û yan jî wêrankirin u awarekirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî balkişand ser bêabûrbûn û reşbûna nav u îmaja Rejîma Sîyonîst di karesata li Xezzeyê da wek yek ji karesatên herî giran ên di dîroka navçeyê da û got: Di vê meseleyê da Amerîka li rex Rejîma dagirker sekinî û bi giranî bêebûr bû û navê wê xirab bû, ji ber ku gelên cîhanê dizanin ku Rejîma Sîyonîst bêyî Amerîkayê nikare evqas karesatan pêk bîne.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser kiryarên Rejîma Sîyonîst rola piştgirîya Amerîkayê û got: Rejîma Sîyonîst êrişî Libnanê dike, destdirêjîyê ser axa Sûrîyê dike, li Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê cinayetan dike ku hemî cîhan rewşa Xezzeyê dibîne, ev rejîma pişta wê bi Amerîkayê germ e ku van karana dike. Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha pêgirî kir: Hêmana berxwedanê ku bingeha wê li îranê hatîye danîn û şîn bûye, roja îro bere bere belavî beşeke berfire ya cîhanê bûye û piştgirên wê li kolanên welatên rojavayî bi durişman piştgirîyê didin bereya berxwedanê li Libnan u Xezzeyê.