Hişyariya NY derbarê gefên nû dijî xelkê Xezzeyê
Hevdem li gel hatina pêla nû ya sermayê li Xezzeyê NY ragehand ku malbatên awarebûyî li Xezzeyê di be xetera rabûan lehiyê de ne.
Îstifan Ducarîk berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, ragihand ku hejmareke zêde ji malbatên awarebûyî ên Filistînî li Xezzeyê ji ber bicihbûna wan di stargehan de bêyî alavên guncaw bi xetera lehiyê re rû bi rû ne û hişyarî da ku xelkê Xezzeyê li ber rewşa av û hewayê ya xirab de ne. Berevaniya sivîl a Xezzeyê her wiha diyar kir ku konên awareyên Filistînî bi tu awayî jibo jiyanê guncaw nînin û ragehandiye ku ava baranê dikeve nav konan û nikare zarok, jin û extiyaran ji sermayê biparêze. Berevaniya Sivîl a Xezzeyê her wiha ragehand: Em bang li hemî rêxistinên mirovî û navneteweyî dikin ku bila bi lez jibo dabînkirina karwanên niştecîbûnê yên ewle û bi amûrên pêwîst bikevin dewrê.Ednan Ebû Hesene, şêwirmendê medyayê yê UNRWA, derbarê derbaskirina alîkariyên bi Xezzeyê jî got: UNRWA xwedî alîkariya mirovî ye ku ji bo sê mehan têra pêdiviyên Xezzeyê dike, lê rejîma dagirker rê li ber wan digire û nahêle ku ew derbasî nava Xezzeyê bibin.Ednan Ebû Hesene got hemû hewldanên rejîma Siyonîst ji bo avakirina saziyên ku dikarin şûna UNRWA bigirin, rastî işkestê hatine. Şêwirmendê medyayê yê UNRWAyê derbarê Saziya Mirovî ya Xezzeyê de jî ragehand ku ev sazî di warê çalakiyên alîkariyê de ewzmûn û tecrubeya pêdivî tine t davikên mirinê tên naskirin hatin hilweşandin.