Mijdar 27, 2025 16:45 Asia/Tehran
  • Senatorê amerîkî daxawaza alîkariyê bo Xezzeyê kir

Senatorê amerîkî derbarê aloztirbûna rewşa mirovî li Xezzeyê hişyarî da û bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku zextê bîne ser Rejîma Siyonîst ku alîkariyên mirovî yên ji bo zivistanê bigihêjin destê xelkê Xezzeyê.

Bernî Sêndêrz got: Bi hatina zivistanê zêdetirî yek mîlyon kes li Xezzeyê bêmal mane û sedî 92`ê malên wan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine wêrankirin û di vê rewşê de, divê Waşington zextê bîne ser Rejîma Siyonîst ku ev rejîm dev ji dorpêça Xezzeyê berde û rê bide ku alîkariyên mirovî ji xelkê Xezzeyê re werin şandin.

Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Xezzeyê ragihandiye ku 1.5 mîlyon filistînî li Xezzeyê  aware bûne û ji ber dorpêçkirina Rejîma Siyonîst  di rewşeke nalebar de dijîn,  pêdiviyên bingehîn  ên jiyanê hêsan bidest naxin û ji ber dorpêça Rejîma Siyonîst xizmetên bingehîn pir kêm in. Rejîma Siyonîst  bi binpêkirina agirbesê nahêle ku kon û alîkariyên din, ji wan xwarin, derbasî Xezzeyê bibin. 

Serepeyv