Dewama dagirkirina başûrê Sûriyê ji aliyê Rejîma siyonîst ve
Mijdar 27, 2025 20:11 Asia/Tehran
Leşkerên Rejîma Siyonîst dagirkeriya xwe ya başûrê Sûriyê berdewam dikin û hikûmeta Colanî nikare bertekê nîşanî liv û tevgerên dagirkeran bide.
Li gorî rapora medyayên Sûriyê, artêşa rejîma siyonîst, di dewama dagirkirina başûrê Sûriyê de, bi pênc wesayîtên din derbasî nav gundên derdora parêzgeha Quneyterê li başûrê Sûriyê bûn û komeke din ji van leşkerên dagirker dest bi geşta nav bajarokê Umê Batinê li derdora Quneyterê kirin û ji bo xelkê vê herêmê zehmetî çêkirin.
Van çavkaniyên sûrî ragihandin ku artêşa rejîma siyonîst ketiye nav her du gundên Qehtaniye û Um Îzamê li derdora Quneyterê û ragihandin ku xelkê başûrê Sûriyê ji bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî li hember dagirkeriya rejîma siyonîst dilnigeran in.