Mijdar 27, 2025 21:04 Asia/Tehran
  • Nakokiya navbera Partî û Yekitiyê li ser posta serokomartiya Iraqê

Endamekî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê derbarê dewama xitimîna muzakirên vê partiyê û PDK di warê bidestxistina rêkeftina derbarê posta serokomartiya Iraqê de agahî da.

Hîwa Mihemed, endamê YNK`ê, bal kişand ser gurrbûna nakokiyên di navbera Partî û Yekitiyê ser posta serokomartiya Iraqê de û got: Heta niha ne tenê di vê barê de rêkeftin çênebûye û encamên diyar jî nehatine bidestxistin, ev nakokî qelişta siyasî ya dilnigeranker jî çêkiriye. 

Hîwa Mihemed got: Rêkeftina ser postsên serokatiya Herêmê û serokomartiya Iraqê, xitimîna siyasî bi dû xwe re aniye û bê encammana muzakirên partî û YNK`ê pêşiya amadekirina nexşerêya zelal jibo parvekirina postan an nêrînên hevpar gitiye û dewama vê rewşê dilnigeraniyên navb xelkê Herêma kurdistana Iraqê zêde kiriye. 

Serepeyv