Mijdar 27, 2025 21:11 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Divê Amerîka zirarên êrişa ser Îranê bicebirîne

Nûnerê Îranê li NY, bal kişand ser li xwemukirhatina Amerîkayê derbarê êrişa ser navendên navokî yên Îranê û ragihand ku Amerîka divê bona cebirandina tam a zirarên madî û menewî ku li gelê Îranê ketiye gavan hilîne.

Emîr Seîd Îrewanî, Nûnerê daîmî yê Îranê li NY di nameyeke fermî ji Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY, û Maykêl Omran Kano, Serokê Konseya Ewlehiyê, li hember lixwemikurhatina Hêza Hewayî ya Amerîkayê derbarê desthebûna rasterast di êrişên hewayî yên rejîma Siyonîst ser navendên navokî yên Îranê de bertek nîşan da û tekez kir ku Serokomarê Amerîkayê, eşkere rola bombeavêjên B-2 û balafirên şer ên F-35`ê di êrişa ser  navendên Fordo, Netenz û Isfahanê de piştrast kiriye lewma berpirsiyariya Waşingtonê di van êrişan de eşkere ye û Amerîka divê zirarên madî û menewî yên van êrişan bicebirîne.

Nûnerê Îranê ev kiryar wekî binpêkirina eşkere ya rêziknameya NY û prensîbên mafên navneteweyî da zanîn û tekezî ser pêwîstiya  şopandina berpirsiyariya cezayî ya rayedarên amerîkî wekî sûckarên cinayeta destdirêjiyê kir. Wî ji Konseya Ewlehiyê û Sekreterê Giştî yê NY xwest ku li gorî erkên xwe, tedbîrên pêwîst  jibo ku Amerîka û Rejîma Siyonîst berpirsiyar bikin, bigirin û sebebkarên van êrişan mehkeme bikin. 

Serepeyv