Li navenda Japonê lehî rabû
Îlon 25, 2022 11:25 Asia/Tehran
Piştî hatina bahozê û lêkirina barana giran, lehiyê pêvajoya normal a jiyana niştecihên bajarê Şîzûyokayê (Shizuoka) li navenda Japonê xistiye bin bandora xwe.
Bahoza roja Înê deverên navendî yên Japonê dan ber xwe. Di vê bûyerê da du kes mirin û elektrîka bi dehan malan jî ut bû. Lê dûhatên bahozê hema wisa didomin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Pirraniya avahiyên navçeyê çûn bin avê û erebe d avê da noim bûn.
Rêxistina Hewanasiyê ya Japonê roja Şemiyê ragihand, bajarê Şîzûyokayê li başûrê rojavayê Tokyoyê ji ber rabûna bahozê û barîna 417 mm baranê, tûşî ziyana herî zêde bûye.