Nîsan 14, 2022 16:10 Asia/Tehran
  •  Rûsya: Nayê qebûlkirin ku Amerîka me bi encamdana cenosîdê sûcdar bike

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku sûcdarkirina Rûsyayê bi cihanîna "cenosîdê" ji aliyê Amerîkayê ve bi mebesta berovajîkirina rewşê ye û nayê qebûlkirin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov li ser mijarên di rojevê de daxuyanî da rojnamevanan.

Peskov li ser guherandina serokê partiya muxalefet a sereke yê alîgirê Rûsyayê Vîktor Medvedchuk, bi serbazên Ukraynayî re ragihand û bi bîr xist ku Medvedchuk ne welatiyê Rûsyayê ye.

Peskov diyar kir ku ti têkiliya Vîktor Medvedchuk bi şerê li Ukraynayê re nîne.

Berdevkê Kremlînê destnîşan kir ew nizanin ku Medvedchuk dixwaze beşdarî pêvajoya guherînê bibe yan na û anî ziman, "Em bang li siyasetmedarên Ewropî dikin, yên ku behsa girîngiya azadiya ramanê dikin û dibêjin ne mimkûn e ku meriv ji ber sedemên siyasî rastî zilmê were, bê guman em ê aqûbeta Medvedçuk bişopînin."

Peskov diyar kir ku ti têkiliyên Medvedchuk li pişt perdeyê bi Rûsyayê re nîne.

Peskov bertek nîşanî îdiaya Biden a "cenosîdê" ya ji bo kiryarên Rûsyayê yên li Ukraynayê da û got, "Em hewldanên bi vî rengî yên ji bo berovajîkirina rewşê qebûl nakin. Ev ji bo Amerîkaya ku di serdema modern û nêzik de `karên navdar` kirine, ne rewşeke qebûlkirinê ye.”

Derbarê bêdengiya Serokê Desteya Danûstandinan a Rûsyayê Vladimir Medinsky di hevdîtinên bi Ukraynayê re, Peskov got, "Dema ku agahî tên û rewş derdikevin, ravekirin jî tên kirin. Niha tiştekî ku mirov bibêje nîne. Medinsky di vî warî de xebatên xwe didomîne."

Li aliyê din Peskov diyar kir ku ew pir bi baldarî pêvajoyên derbarê vexwandina nefermî ya Japonya bo AUKUS dişopînin û destnîşan kir ku tifaqên bi vî rengî ne di armanca aramî û ewlehiya herêmeke mezin de ne.

Serepeyv