Adar 17, 2022 12:04 Asia/Tehran
  • Xisarên malî û canî ji ber erheja 7.4 rîxterî ya Japonyayê

Şeva Çarşemê li bajarê Fukushîma yê Japonyayê bi pileya 7.4 rîxterê erdhejek qewmê û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin gihîşt avahî û dezgeh û binavahiyan.

Li gorî raporên dawî, ji ber vê erdhejê ku navenda wê li herêma Fukushima ya li bakurê Japonyayê bû, herî kêm 4 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan mal jî zirarên mezin dîtin.

Li gor nüçeya NTV ya Japonyaye erdhejeke bi lerza 7.4 rîşteran ku şeva Çarşeme li derdora Fukuşima çebü, hin binesaziye hilweşandin. Her wiha piştî erdhejê tsunamiyeke biçûk li peravên Fukuşîmayê ket û hişyariyeke cidî nehat dayîn.

Herêma ku beşek ji bakurê Japonyayê ye, 11 sal berê jî ji ber erdhejeke bi lerza 9,0 û dûv re tsunamiyê wêran bû.

Serepeyv