Sibat 01, 2016 21:10 Asia/Tehran
  • Bêrlîn: Cihanîna lihevkirina navokî roja dîrokî ya cîhanê bû

Berdevkê wezareta karên derve ya Almanyayê, Martîn Şifir roja cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1'ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar sebeba kêfxweşiya Bêrlînê da zanîn û ew yeka wek kêliyeke dîrokî herî taybet ne tenê li dîrokja peywendiyên Îran û Almanyayê belkê li dîroka cîhanê da zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA'yê, berdevkê wezareta karên derve ya Almanyayê îro got: Rakirina boykotên Îranê derfetek ji bo nêzikatiya Têhranê û welatên cûrbicûr ên cîhanê çê kiriye.

Wî di dewama gotinên xwe da ragihand ku wezîrê karên derve yê vî welatî, Frank Waltir Ştayn Mayêr sibeha sêşemiyê beşdarî civîna nirxandina şerê li dijî DAIŞ'ê li Romayê dibe û derdem Romayê ber bi Têhranê va diterikîne û dê li vê seferê ligel rayedarên Komara Islamî ya Îranê hevdîtin û gotûbêj bike.

Şifir bal kişande ser sefera Ştayn Mayêr bo Riyazê piştî sefera Îranê û gotûbêja ligel rayedarên erebistanî û got: Mêhwerên gotûbêjên me li Têhran û Riyazê dê kêmkirina kêşeya di navbera du welatan û hewildana ji bo peydakirina nîşanin sa nêzikatiya du aliyan bo gotûbêj û dîplomasiyê be.

Şifir careke din qala girîngiya rola Têhran û Riyazê li bara çareserkirina qeyrana Sûriyê kir û got: Destpêkirin agotûbêjên aştiya Sûriyê dijwar bû û a niha di qonaxeke herî girîng da ye. Gerek Têhran û Riyaz zextê bînin ser aliyên nîqaşê û armanca me di qonaxa yekem da cihanîna agirbesê, bidawîanîna şêrr û dû ra damezirandina dewleta veguhestinê ye.