May 11, 2025 20:52 Asia/Tehran

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê daxwaz ji hikûmetê kir ku bila pêvajoya çareserkirina meseleya Kurdan û aşitiyê zelal be.

Uzgur Ozel, serokê Partiya  Komarîxwaz a Gel  a Tirkiyê (CHP) bi tundî rexne li  siyasetên zordariyê ên hikûmeta Tirkiyê li hember Kurdan kir û  cardinê ser  pêwîstiya bi fermînaskirina mesela Kurdan tekez kir.

 Wî bal kişand  ser paşguhkirina dengê gel ji aliyê hikûmetê ve û got: Hûn nikarin tiştekî ku  înkar dikin  çareser bikin. Ozel  bal kişand ser  siyasetên  danîna qeyûman li deverên Kurdnişîn ji aliyê hikûmetê ve û destnîşan kir ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û şirîkê wê yê neteweperest Dewlet Baxçelî ji Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) bi binpêkirina dengê gel gelek caran qeyûm jibo  şaredariyan destnîşan kirine.

 We ji bo 49 şaredariyan qeyûm destnîşan kirine. We sercem 145 caran qeyûm  li ser şaredariyên deverên ku Kurd lê dijîn dane sepandin.

Ozgûr Ozel  her wiha bal kişand  ser  hevdîtinên vê dawiyê derbarê  çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurdan û xwest ku pêvajo zelal , ne veşartî û di bin çavdêriya raya giştî de bin. Wî tekezî  ser pêwîstiya bidawîanîna siyaseta tundûtûjî, wêdebirin û bêdengiya bi darê zorê kir. Îro, Tirkiyê  hewcetî bi dengekî heye, dengê  ku ji Wanê  bilind bibe û li seranserê welêt deng vedide. Ew deng dengê demokrasiyê ye; Ne dengê desthilata qeyûman û ne jî hukmê yek kesî, belku dengê demokrasiyê.

Serepeyv