Zêdebûna nakokiyan di navbera Trump û Netanyahu
Medyaya Amerîkî ragihand ku têkiliyên di navbera Trump û Netanyahu de di hefteyên derbasbûyî de rastî pirsgirêkê hatine.
Li gorî ragehandina medyaya Amerîkî ya NBC, Trump hefteya borî du caran hinek gotin kirin ku Netanyahu hêrs kir. Di heman demê de, Ron Dermer ,Wezîrê Stratejîk yê Rejîma Siyonîst roja Pêncşemê di hevdîtinekê de li Koşka Spî bi Wîtkaf re nerazîbûna Netanyahu ji wî re ragehand. Trump ji biryara Netanyahu derheq êrişa nû ser Xezzeyê, ku ne li gor plana ji nû ve avakirinê ya serokkomarê Amerîkayê ye, bêhêvî bûye. Trump gotiye ku êrişa nû ya Îsraîlê ser Xezzeyê hewldanek bêfeyde ye, Ji ber ku ev ji nû ve avakirina Xezzeyê dijwartir dike.
Vê medyaya amerîkî her wiha destnîşan kir ku Netanyahu ji gotina Trump derheq rawestandina êrişa leşkerî ser Yemenê matmayî bûye.