May 11, 2025 18:52 Asia/Tehran
  • Awarebûna 670 hezar kesan li Sûriyê

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY ragihand: Ji ber nearamî û pevçûnên etnîkî û olî 670 hezar kesên din jî li Sûriyê aware bûne.

Ferhan Heq got: Ji destpêka vegeran di Çileya borî de, vegera nêzîkî  yek milyon kesî bo cih û warên wan hatiye tomar kirin, di heman demê de, zêdetirî 670 hezar welatiyên din neçar mane ku mal û gundên xwe cih bihêlin. 

Ferhan Heq her wiha derbarê rewşa mirovî li Sûriyê hişyarî da û tekez kir ku 900 kesên sivîl bûne qurbaniyên tundûtûjiyê, ku ji vê hejmarê 367 kes mirine û 542 kes jî birîndar bûne. Ji sêyan yekê van qurbaniyan zarok pêk tînin.

Serepeyv