May 11, 2025 18:52 Asia/Tehran
  • Neweyî nû: Em ê dev ji mafê xwe berdin jibo rizgarkirina gel

Tevgera Neweyî nû di daxuyaniyekê de derbarê hegera pêknaîna hevpeymaniya aliyên derveyî desthilatê got ku em dixwazin ku ev hevpeymanî bikeve nav hikûmeta Iraqê, da ku hemû para Kurdan ji bo her du partiyên desthilatdar nebe.

 Vê tevgerê got ku biryara dawî dê ji hêla her sê partiyan ve were dayîn, ji ber ku ew di parlemanê xwedî kursiyan in. Îro yekşemiyê partiyên opozîsyonê li hev civiyan da ku hevpeymaniyek berfireh ji dengên nerazîbûnê pêk bînin

Piştî civînê, Tevgera  Neweyî nû di daxuyaniyekê de nivîsî: Neweyî nû û piraniya partiyên din tevî ku dizanin ku divê dengên welatiyan giraniya partiyan di her hevpeymaniyekê de diyar bikin, lê tevî vê xalê û ji ber fukara Neweyî nû jibo pêkanîan vê hevpeymaniyê  û hêvîdarkirina welatiyan û rizgarkirina xelkê ji vê rewşa xirab, Ji ber vê yekê, em wekî Tevgera Neweya  nû tevî ku serokê hevpeymaniyê û hemî serokên lîsteyan wê wekî mafê xwe dibînin, lê em amade ne ku ji bo berjewendiya giştî dev ji hinek mafên xwe berdin..”,

 

Serepeyv