Papayê nû Banga Agirbesa demlidest li Xezzeyê kir
May 11, 2025 19:52 Asia/Tehran
Papa Leo 14-emîn daxwaza agirbeseke demlidest li Xezzeyê kir.
Papa Leo14-emîn îro di yekem peyama xwe xitabî girseya li Meydana Sent Pîter, xwest ku pêşiya şerên zêdetir li Xezzê were girtin.
Papa her wiha tekez kir ku divê rewş ji bo gihandina alîkariyên mirovî li Xezzê pêk were û bang li civaka navneteweyî kir ku di zûtirîn dem de dawiyê bidin vê qeyranê.