Kanûn 26, 2025 16:12 Asia/Tehran
  • Çend hişyariyên tenduristiyê bo kesên mezintir ji 50 salî

Piştî temenê 50 saliyê berteka leş bo xwari9n û vexwarinan anegorî serdema xortaniyê diguhere.

Pêkhateyeke vexwarinê ku xasma ji bo kesên mezintir ji 50 salî nebaş e, Kafeîn digel elkolê ye.

Zirardana li hestiyan

Vexwarina nûşawe û elkolê herdu têkiliya xwe bi kêmbûna çirratiya madeyên kanzayî ya hestiyan û zêdebûna metirsiya şikestinê hene.

Zêdebûna xetera li erdê ketinê

Gefa duyem, zêdebûna li erdêketinê ye. Bi zêdebûna temen, hevsengiya leşî bi awayê xwezayî kêm dibe û vexwarina elkolê vê pirsgirêkê girantir dike. Elkol herwisa dikare digel hin dermanan alozbûn û têkelbûna xeternak hebe.

Bandora nerênî li xwînê

Dûhata nerênî ya sêyem a vê pêkhateyê, hilkiş û dakêşa giran a şekira xwînê ye. Vexwarinên elkolî yên pêkhatî ji nûşawe yan qehweyên şîrîn ji ber şekira zêde û nebûna rîşal an proteînê dibin sebeba zêdebûna bilez a şekira xwînê.

Zêdebûna metirsiya kêmaviya leşî

Bandora nerênî ya çarem, zêdebûna metirsiya kêmavbûna leşî ye. Elkol mîzhêner e û dibe sebeba zêdebûna derçûna şilekiyan ji leşî.

 

Serepeyv