Sibat 02, 2026 16:13 Asia/Tehran
  • Vexwarina ku herî zêde li cîhanê tê bikaranîn

Çaya Reş vexwarineke herî zêde bikarhatî li cîhanê ye ku ji bilî tamê, xwedî taybetmendiyên zehf ji bo tenduristiyê ye.

Çaya Reş ji antî-oksîdanên mîna Flavonoid, Catechin û hinek ji madeyên kanzayî pêk tê.

Di bijîşkiya îranî da sirûşta çaya reş germ û zuha ye. Vexwarina wê digel madeyên wek darçîn û hêlê tê pêşniyazkirin.

Çaya reş bo tenduristiya çerm alîkar e û rêyê li ber pîrbûna pêşwext digire. Herwiha vexwarina wê tevî leymûnê dikare ji bo bihêzkirina pergala emnî û jêbirina jehrên leşî alîkar be.

Vexwarina zêdebarî ya çaya reş dikare bibe sebeba kêmbûna wergirtina hesin, gurrbûna bersojkîbûn û reflaksa gede û zêdebûna metirsiya çêbûna kevir li nav gurçikan bi9be.

Hilgirtina çayê bo heyameke dirêj li nav flaskê (germahiya 40-60 derece) dikare rewşê ji bo geşbûna bakteriyan xweş bike.

 

Serepeyv