Hawkirina Guçikê Navîn çi ye û çawa tê diyarkirin?
Hawkirina guçikê navîn ji ber hebûna bakterî yan vîrûsê pêk tê û piranî piştî hawkirina gewriyê yan tûşbûna bi zekemê yan jî aloziya pergala bêhnkişandinê diqewime.
Guçikê Navîn (middle ear) dikeve paş guhê derveyî ku mezinahiya wî qasî hebeke Bezalya yan Nokê Kesk (Kelîk) e. Guçikê navîn bi rêya boriyeke teng û zirav a bi nave Boriya Estaş (Eustachian tube) li beşa jorîn a gewriyê tê girêdan. Ev borî dihêle ku şilekî ji guçikê navîn biçe bo beşa jorîn a gewriyê û guvaş û fişara hewa li nav guçik hevseng dike.
Valahiya nav guçikê navîn pirê wextan bi hewa tijî dibe, lê belê dibe hin caran şilekî li nav wî kom bibe û ev yek jî ji ber hestyariyê û di encama flû yan zekem û cemidînê dibe sebeba hawkirina rêgeha bêhnkişandin û bêhnberdanê.
Di rastiyê da hawkirina guçikê navîn wê demê diqewime ku bakteriyên li nav guh, gewrî û poz bi rêya Boriya Estaş (Eustachian tube) tê veguhestin û mekanîzma derbasbûna şilekiyê bi rêya vê boriyê tûşî aloziyê dibe. Mayîna bakteriyan li nav guçikê navîn dibe sebeb ku ew vê derê wek cihekî guncan bo pirrbûnê bibînin û bibin sebeba hawkirinê.
Hawkirina guçikê navîn piranî ji ber hebûna van sê cûre balkteriyan pêk tê:
- Streptococcus pneumoniae
- Haemophilus influenzae
- Moraxella catarrhalis
Hawkirina guçikê navîn çawa tê diyarkirin?
Ji bilî nîşaneyên hawkirina guçikê navîn, pizîşkê şareza bi amûrekî taybet temaşeyî guçikl dike da ku perdeyê guh – perdeyekî zelal ku guçikê navîn ji guçikî derveyî vediqetîne – dibîne. Dibe ku pizîşkê pispor çend zîpikên hewa ber bi perdeyê guh va bişîne. Bi şandina vî hewayî perdeyê guh ê ku bêkêşe û tendurist be, dilive; lê eger guçikê navîn haw kiribe, perdeyê guh bi hewayê dehfdayî nalive.