Toza mûcîzewî ku Kerbonê ji hewa hildimije
Tozeke mûcîzewî ya gelekî kêrhatî bi navê "COF-999" ku yekem berhem ji vê cûreyê ye, dikare Dî-Oksîda Kerbonê (CO2) ji hewa hilmije xwe. Ev toz ku li wêneyê bi rengê zer hatiye nîşandan, rêjeyeke zêde ya CO2'ê li germahiya nav odeyê hildimije xwe û dikare herî kêm 100 caran ji nû ve were bikaranîn.
Li gorî rapora ISNAyê, Lêkolerên Zanîngeha California, Berkeleyê madeyek bi awayê tozê çê kirine ku CO2'ê bi awayekî mûcîzewî û ecêb ji hewa hildimije xwe. Tenê 200 gram j vê toza nasyar bi COF-999 dikare qasî 20 gramî CO2'ê hilmije xwe; yanî heman karê ku darek di heyama salekê da dike.
Kurtenava COF di navê vê tozê da kurtbûyîya peyvên "Covalent Organic Frameworks" bi wateya "Çarçoveyên Organîk ên Kovalent" e. Ev bêje amaje bi desteyeke madeyên krîstalîn ên kunkunî ku xwedî qulên mezin, rûbera zêde û çirratiyeke kêm in. Ev taybetmendî dibe sebeb ku ew ji bo hilmijîna rasterast ji hewa û pêvajoya hilmijîna CO2'a heyî li nav hewa guncav bin.
Bi berçavgirtina rêjeya hişyarîder a tîrtîya CO2'ê li atmosfera îro ya Seyroka Erdê, ev dahênan di rêza wan pêşketinan da ye ku hewceyîya cîhanê pê heye.
Ev made ji aliyê komekê bi sergêriya "Omar Yaghi" mamosteyê kîmyayê li Zanîngeha California, Berkeleyê û dahênerê COF'ê va hatiye çêkirin. Ew ji deheya 1990î va mijûlî pêşxistina madeyên bi vî rengî bûye.
COF-999 xwedî qulên werdayî bi pêkhateyek bi navê "amine" ye ku dikare li ser molekûlên CO2'ê rûne û wan asê bike. Pêkhate û teşeya wê ya kunkunî dihêle da ku rûbereke zêde ji bo hilmijîn û girtina Kerbonê hebe; tevî ku pêwendên wê yên kovalensî gelekî bihêz in.
Bi vî rengî, dema ku hewayê hwîrdorê ji rex toza COF-999 derbas dibe, polîmerên 'amine' yên tê da xwe li molekûlên CO2'ê ku esîdî ye dizeliqin û wan asê dikin. Bi vî awayî kerbona (C) li hewa ya ku di pêkhateya CO2'ê da ye tê hilmijîn û girtin.