Hezîran 13, 2024 00:10 Asia/Tehran
  • Bêxewiya demdirêj bi xwarina çi cûre xwerekan ra têkildar e?

Lêkolînên nû nîşan didin bêxewiya demdirêj bi xwarina Xwerekên Pirr-Pêvajokirî (Ultra-processed food) ra têkildar e.

Li gor rapora IRNA'yê ji zarê Science Alert'ê, Xwarina Xwerekên Pirr-Pêvajokirî (UPFs) dibe sebeba pirsgirêkên tenduristiyê weke nexweşiyên dil û Neweşiya Şekirê û lêkolîneke nû nîşan dide ku ev yek dikare hin kesan tûşî bêxewiya demdirêj bîne.

Xwerekên Pirr-Pêvajokirî ew xwerek in ku gellekî zêde hatine veguhertin û destwerdanên zehf di madeya seretayî ya wan pêk hatiye da ku tama wan xweştir bibe yan bi awayê girseyî werin berhemanîn yan jî mayîndetiya wan bo heyameke dirêjtir were misogerkirin. Ev berhem li dijî xwerekên weke mêwe yan pincar û sebzemeniyan in.

Lêkoleran bi sergêriya komeke lêkolînî ji Zanîngeha Sorbonne PARIS NORD'a Fransayê zanyriyên têkildarî 38 hezar û pênc sed û heft kesên mezin berhev kirin û pirsgirêkên wan ên xew û razanê vekolandin.

Di vê lêkolînê da, lêkoleran têkiliyeke watedar navbera xwarina zêdetir a Xwerekên Pirr-Pêvajokirî û zêdebûna xetera bêxewiya demdirêj peyda kirin.

Bi giştî, beşdarên vê lêkolînê sedî 16 ji enerjiya xwe ya rojane ji Xwerekên Pirr-Pêvajokirî werdigirtin. Sedî 19.4 ji koma beşdaran, nîşaneyên bêxewiyê ragihandin; rêjeya ku qaseke zêde ya xwarinên navbirî msref dikir.

Di raporên ajansên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da, taybetmendî û danasîna Xwerekên Pirr-Pêvajokirî hatiye raberkirin; li gor van raporan, nûşaveyên gazdar, şîranî, xwarinên çewr û şîrîn û bixwê û hwd wek Xwerekên Pirr-Pêvajokirî tên naskirin.

Serepeyv