Sûdanî: Ti biryarek ji bo terorîst binavkirina Hizbullah u Ensarullahê tineye
Kanûn 08, 2025 14:34 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku ti biryareke hikûmî li vî welatî ji bo terorîst binavkirina Hizbullah u Ensarullaha Yemenê tineye.
Mihemed Şîya Sûdanî dîyar kir ku hin alî hewil idin raya giştî bixalifînin û got: Iraqê ti helwesteke sîyasî dijî wan alîyana tineye û wan ti darayîyek li Iraqê tineye ku bikaribin wan boykot bikin.
Serokwezîrê Iraqê derbara peywendîyên navçeyî da jî got ku ti xêra têkelbûna di qeyrana Sûrîyê da tineye û parastina peywendîyên tev Şamê ji bo ewlehîya Iraqê pêwîst e. Wî got ku beşdarîya Iraqê di civîna Şerm ul Şêxê da ti têkilîyek bi asayîkirina peywendîyan tev rejîma Israyîlê ra tinebû û armanc bidawîhanîna şerê li Xezzeyê bû.