Vê hefteyê; Lihevcivîna sipêdeyê ya 6 serokên Pergala Rojê digel Heyvê
Rêveberê Encumena Stêrknasiya Amatorî ya Îranê qala lihevcivîna sipêdeyê ya seorkên Pergala Rojê yanî Tîr (Etarod), Behram (Mars, Mirîx), Bercîs (Muşterî, Jûpîter), Keywan (Zohel, Saturn), Oranûs û Neptûnê digel Heyvê li asimanê berbganga vê hefteyê da kir û got: Ji ber hebûna ronahiya sipêdeyê, tenê du seyrok di vê diyardeya stêrknasiyê da bi çavê asayî dikarin werin dîtin.
Li gorî rapora ISNA'yê, Mesûd Etîqî Rêveberê Encumena Stêrknasiya Amatorî ya Îranê got: Van rojan nûçeya pêkvebûna serokên Pergala Rojê di asta civakê û helbet kêmtir di çavkaniyên stêrknasiyê da tê dîtin.
Etîqî got, Eger şopînerên asimên di sipêdeya rojên vê hefteyê da li şefeqê binêrin, ew ê bi çavê xwe seyrokên Keywan an jî Zohela xelek li ustiyê hevrê digel Seyroka Sor anku Behramê li asimên bibînin; ev di halekî da ye ku seyrokên Tîr û Bercîsê tevî ku dikarin bi çavê asayî û necîhazkirî werin dîtin, lê ji ber cihgirtina li rex ronahiya sipêdeyê ji ber teyîsîna Rojê, dîtina wan nemumkin e.
Rêveberê Encumena Stêrknasiya Amatorî ya Îranê her wiha got: Seyroka keskûşîn a Oramnûsê jî jortir van du girseyên fezayî (Seyrokên Tîr û Bercîsê) di nava ronahiya sipêdeyê da ye; her çend ku ji bo dîtina wê divê di asimanê tarî da herî kêm kameraya duçavî ya stêrknasiyê were bikaranîn.
Her wiha Seyroka Neptûnê jî dikeve navbera Keywan û Behramê û ji bo dîtina wê jî divê teleskopeke biçûk a amatorî were bikaranîn.