Parlimanterê Hizbullahê: Em roja îro ji her demekê xurttir in
Parlimanterekî Hizbullaha Libnanê got: Heta dema ku Rejîma Sîyonîst paşda venekişe, yê qet basa çeka di destê komên berxwedêr da neyê kirin.
Hisên Hac Hesen parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Bereya Berxwedanê li parlimana Libnanê got: Hizbullah roja îro hêza rastî li Libnanê tê hesêb. Her çend ku em tûşî derbên giran bûn lê, roja îro ji her demekê xurttir in.
Vî parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Bereya Berxwedanê ser bi Hizbullahê amajeyî hewlên navxweyî u navdewletî ji bo sererastkirina qanûna hilbijartinan a Libnanê bi merema beşdarbûna libnanîyên niştecîyê derve û imkana bijartina 128 kursîyên parlimanê ji bo wan kir u got: Ev sîyaseta dê ti encamekê bi dest nexe, ji ber ku serwerîya Libnanê lawaz dike û rê dide destwerdana bîyanîyan di biryarên netewî da.