Kurdên Sûrîyê Colanî hişyar kirin: HSD xeta me ya sor e
Cotmeh 06, 2025 17:24 Asia/Tehran
Berpirsekî kurd li Sûrîyê tekez kir ku HSD xeta sor a wan e û RÊkevtinameya 10ê Adarê bi hegera astengîderxistina Şamê di rewşeke nezelal da ye.
Bedran Çîya Kurd, hikûmeta demkî ya Sûrîyê bi sistîya di bicihanîna Rêkevtinameya 10ê Adarê tawanbar kir û got ku siberoja wê rêkevtinameyê nezelal e. Wî pêgirî kir ku HSD xeta sor e û ne pêkan e bibe mijara muzakirê, destwerdanên Tiekîyê di karên navxweyî yên Sûrîyê da her cure rêçareya sîyasî asteng dikin.
Bedran Çîya Kurd herwiha Tirkîye tawanbar kir ku li pişt kiryarên têkderane yên li navçeyên dagirbûyî yên li bakura Sûrîyê ye.