Tirkiyê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir
Cotmeh 06, 2025 21:19 Asia/Tehran
Tirkiyê qedexeya li ser geştên xwe yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê careke din dirêj kir.
Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir:
“Dezgeha Geştên Hewayî ya Sivîl a Tirkiyeyê di agahdariyekê de biryar da ku dema rawestandina geştên asmanî û qedexeya bikaranîna qada asmanî ya welatê xwe ya li hemberî geştên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Kanûna Paşîn a 2026an dirêj bike.”
Qedexeya Tirkiyê 3yê Nîsana 2023yan dest pê kiribû û heta niha çend caran hatiye dirêjkirin.