Cotmeh 06, 2025 19:24 Asia/Tehran
  • Xezze- 21 kesên din hatin şehîdkirin Hejemara şehîdan rabû 67 hezar u 160 kesî

Di dewama cinayetên Rejîma Sîyonîst da li Zîvala Xezzeyê, di 24 saetên buhurî da 21 kes li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin u 96 kes jî hatin birîndarkirin.

Ji 21 kesên hanê, 2 kes li navendên wergirtina xwarek u alîakrîyê li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin u 19 kes jî li wan navendana hatine birîndarkirin. Bi vî awayî hejmara şehîdên nasyar bi Parîyekî Nîn li Zîvala Xezzeyê rabû 2 hezar u 610 kesî û ya birîndaran jî ji 19 hezaar u 143 kesî derbas bû.

Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va jî rabû 67 hezar u 160 kesî.

Cinayetên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê di halekî da didomin ku Trump plana qaşo aştîya Xezzeyê raber kirîye, lê, wer xûya dike ku Netanyahu vê carê jî pabendê wê nebe. 

Serepeyv